Vinícius êdî ranaweste: Stêrkê Brezîlyayê careke din şow kir; 1 gol û 2 asist!
Di 15 xulekên pêşîn de Haîtî bi parastineke hişk li ber xwe da, lê zexta giran a Brezîlyayê plansaziya wan xira kir.
Û di dawiyê de… Matheus Cunha rûyê xwe yê rast nîşan da û bi 2 golan dilê alîgiran hênik kir.
Brezîlyayê ji niha ve derbasbûna qonaxa duyem garantî kiriye. Encama lîstika pêş (serkeftin, wekhevî an têkçûn) ne girîng e, ji ber ku:
1. Haîtî êdî bi fermî ji tûrnûvayê xatir xwest.
2. Divê Skotland bi 5 golan an zêdetir ji Brezîlyayê bibe da ku derbas bibe, ku ev yek mîna mûcîzeyekê ye û hema bêje ne gengaz e.
Niha Brezîlya bi 4 pûanan li serê lîsteyê ye. Êdî dor a Ancelotti ye ku tîmê ji bo lîstikên fînalê yên dijwar amade bike



