Li paytexta Awûstûryayê, bajarê Viyanayê, şevekî çandî û hunerî ya taybet ji bo îmzekirina du dîwanên nû yên nivîskara Kurd Wahiba Îsa hat lidarxistin. Dîwana yekem bi navê Gerdens Zêrîn û ya duyem jî bi navê Êş û Kul Ji Kaniya Dil hatine çapkirin.
Di şevbuhêrkê de hejmareke zêde ji kesayetên çandî, civakî û hunerî yên revenda kurd amade bûn. Bernameya şevê bi melodiyên muzîkê yên xweş hat xemilandin û rengekî taybet da hewaya pîrozbahiyê. Di dawiya şevê de, nivîskar Wahiba Îsa spasiya xwe ya germ pêşkêşî hemû amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe bi piştgirî û amadebûna wan anî ziman.








