Ajansên Nûçeyan:
Li parzemîna Ewropayê pêleke germayê ya dîrokî û bêbext heye. Pileya germiyê li gelek herêman ji 43 pileyan derbas bûye û ev bibe sedema metirsî û ziyanên canî yên mezin.
Li Îspanyayê bîlançoya giran
Li gorî daxuyaniyên berpirsên tenduristiyê yên Îspanyayê, ji ber pêla germayê ya dijwar ku ji 43 pileyî borî, zêdetirî 220 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kesên temenmezin û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene, herî zêde ji vê rewşê bandor bûne.
Li Fransa û Brîtanyayê jî windahiyên canî hene
Ev pêla germayê tenê bi Îspanyayê sînor nedyayî; li welatên mîna Fransa û Brîtanyayê jî ji ber germbûna zêde û tîrêjên rojê yên rasterast, çendîn kesan jiyana xwe ji dest dane. Li van welatan hişyariyên tund ji bo welatiyan hatine dayîn ku li malên xwe bimînin û rûbirûyî tîrêjên rojê nebin.








